Mewluda Şêx Muhammed Emînê Heyderî by Ridwan Xelîl published on 2013-05-18T17:56:29Z MEWLÛDA NEBÎ Sallallahu 'Aleyhi we Sellem Eydayê Mihemed Emînê Heyderî BÎSMÎLLAHÎRAHMANÎRRAHÎM “Xweda û melaîketê xwe li ser Nebî selât didin. Ey ê go îman anîne; win jî selât û selâma li ser (Mu'hemmed) bidin” Em bidin hemdê xwedê ey musliman Daye me peyxemberê axir zeman Ew xwedayê go hîdayet daye me Nî'meta xweş dînê Îslam daye me Nî'meta ji her nî'metê xweştir ev e Minneta ji her minnetê mestir ev e Go me îman aniye bi rebbê 'ezîm Em mûşerref bûn bi Qur'ana Kerîm Ey xwedayê xaliqê erd û sema Tu nehêlî ummeta ha der xema Em gunehkar çav li xufrana te ne Hêvîdarê rehm-û îhsana te ne Em bi îman bêne erdâ mahşerê Pey Mû'hemmed herne 'hewdê kewserê Ey Mû'hemmed ey şefî'ê ummetê Hadî û Mehdî hebîbê izzetê Ey tu buyî çêtirê kewn û mekan Şehsiwarê alemê fexra cîhan Ey Mû'hemmed ey resulê îns û cin Xwediyê tac û beyreqa roja mezin Mesneda vê ummeta ha her tu wî Deriyê fetha cenneta me her tu wî Ey Mû'hemmed ey îmamê enbiya Ey tu nûra ruh û canê êwliya Em gunehkar û de'îfin bê 'emel Hêvi ma efwa xwedê ezzewecel Em bi cahê te xelas bin ey nebî Ruh û canê me fîda canê te bî Hûn ji eşqa dil bibêjîn berdewam Ser Mû'hemmed essellatu wesselam Ew kesê ku talibê xeyrê pir e Guh bide vê mewlûda peyxamber e Kî dixwazî ku Mû'hemmed şa bîbê Qîmetê vê mewlûda wî zanibê Lew bi hubba wî îman kamil dibê Cenneta baqî bi wî hasil dibê Ê go qîmet dane mewlûda nebî Bûn xwediyê qedr û keramet ey ebî Pir ji eşqa wesfê wî mesref kirin Wan meqamê 'alê xeyrê pir birin Em bi çêbûna Mû'hemmed pir xweşin Em misilman ser bilind in, dilgeş in Ez ji dana wesfê wî dûr im 'heqîr Nîn e eşqa dilmirîme ez feqîr Girtî yek parçe ji nûrê go bibe Lê hebîbê min Mû'hemmed çêbibe Çend hezar sal çûn Mû'hemmed hê hebû Êrd û esman erş û kursî yek nebû Paşê ew nûr kiriye bêhrê der 'hîcab Ma di behra qudretê da bê hîsab Go xwedê ew nûr ji behrê anî der Jê re go ez kî me ey nûra beşer Go tu yî rebbê e'hed hem secde bir Go ji bo vê secdê min xelqa te kir Ey Mû'hemmed ey hebîbê min bizan Dê ji bo te çêbikim kewn û mekan Ewelê xelqê tu yî axir nebî Tiştê mayî wê ji te peyda bibî Wî ji fedya girtî xweydan yek bi yek Nuqtê xweydanê dibarin jê gelek Sed û bîst û çar hezar nuqtê 'ezîz Her yekî bû yek nebiyê diltemîz Hûn ji eşqa dil bibêjin berdewam Ser Mû'hemmed esselat û wesslam Çûn xwedê xwestin ku Adem çêbike Hem ji wê zûrriyetê zêde bike Wî li wê nûra Mû'hemmed kir nezer Nuqtê xweydanê ji nûrê hatî der Da ketî ser axa Adem bû 'hêrî Emrê ruh kir ket cesed wî çêkirî Ji Îbnû Abbas yek rîwayet hatiye Go nebiyê me Mû'hemmed gotiye Ez nebî bûm çend hezar sal hê berê Bavê me Adem ku hê av û 'herî Ru'hê Adem ket cesed ew bûne yek Xeyrî şeytan çûn sucûdê tev melek 'Heq te'ala gote adem ba vefa Hilgire nûra Mû'hemmed Mustafa Go xwedê nûra Mû'hemmed danî pişt Şu'le da nav cennetê bax û bihişt Go tu wû 'Hawa herîn nav cennetê Herdu serbestin li kêf û lezzetê Her tiştê ku hûn bixwazin jê bixwin Xeyrî vê dara genim hûn jê nexwin Ew di nava cennetê de man gelek Dît ji pişt ve tên temaşa wî melek Gotî ya reb ev ji bo çi têne paş Go li wê nûra Mû'hemmed mane şaş Gotî ya rab bîne pêş nûra mezin Da melek bêne muqabil vechê min Nûr ji piştê anî eniyê 'heq xwedê Hin dibêjîn anî tiliya şahidê Hatî 'Hewa gote adem ey 'Hebîb Ev çi nûra safê nazik reng êcîb Got' ev nûra hebîbê 'a'zem e Ew ji her peyxamberî ra xatem e Weqtê wan bê emrî kir wa'j darê xwar Dîsa ew nûr çûye piştê bû star Qet nema parçek ji erda cennetê Îlla wan lêkir nimêj û ta'etê Nêzîkî dara genim nedibûn yeqîn Hatin xapandin bi îblîsê le'în Sond dixwar şeytan di go ez nasi'h im Namirin ger hûn bixwin dara genim Ew ji rê çûn ketne dava hesedê Wan genim xwar ji bîr kirin emrê Xwedê Mane tazî ew ji libs û tac û per Lew xwedê go ji cenneta min herne der Ket serendêbê li erda Hindê tek Pir girî'yû ah û nalîn çûn felek Ew di wî halê girî de, dî li erş Wî di bin navê xwedê dî navkî xweş Dîtî Laîlaheîllallah heye Hem Mû'hemmed bû resullulah heye Tu bi 'heqê wî kî Adem gotiye Te di bin navê xwe ra ew daniye Min 'efû kî ya îlahî bakirî Hem selat dan ser Mû'hemmed hem girî Wî Mû'hemmed daye ber xwe tobe kir 'Heq te'ala der'yê tobê lê vekir Hatî Cibrîl go te Âdem ba usûl Tewbeya te ji bo Mû'hemmed bû qebûl Her bibîne qisseta peyxambera Pir bi cahê wî 'efû bûne ey bira Ya îlahî tu qusurê me bida Xatirê navê Mû'hemmed ey xweda Hûn ji eşqa dil bibêjîn berdewam Ser Mû'hemmed esselat û wesslam Bav û ecdadê Mû'hemmed ta bi jor Cennetî ne merd û mêrxas û cesûr Silsila wî tev 'esîl in faxir in Dê û bavê wî temîz in tahir in Çû ji 'Ebdulmutelib nûra hîmam Hat ji Abdullah re bû piştek temam Wechê Abdullah ku nûrê lê veda Bû wekî heyva li çarda şû'leda Pir jin û qîzê qureyşî yu 'ereb Dil ketin husna wî xwestin roj û şeb Carekî wî bal yekê meylek nebû Çûnkî ew nûra Mû'hemmed pê re bû Rojekî Abdullah go te bavê xwe Daye der esrar û keşf û 'halê xwe Gote bavo çend car û çend mehê Ez tenê diçime newale Mekkehê Nûr ji min tê der dibê parçe ji hev Diç'ne şerq û xerbê dîsa têne hev Deng ji xeybê hate min go mujde ye Nûra E'hmed wê bi 'Ebdullah re ye Dara hişk rûnim li bin ew şîn dibê Ku ji bin çûm wek berê dar hişk dibê Nûr ji min derket bi ber asmana çû Dîsa hatî ser mi're wek ewrê nû Bêje bavo ev keramet ka çi ye Jê re gotî min li te mizgînî ye Hêviya min her xweda ye ey ciwan Wê ji te ê pêxemberê axir zaman Wê ji pişta te Mû'hemmed çêbibe Xatemê pêxembera wê rabibe Çûbû 'Ebdullah hesûdî hat kirin Ehle ixbar û kîtaba fêhm kirin 'Hafizê Ebdullah Rebbê mezin e Tê 'hemandin ew ji koma dijmin e 'Ebdullah xortek gihayî taze bû Bîl xusûs nûra Mû'hemmed pê re bû 'Ebdullah gote diya xwe başepal Her bixwaze yek jina bi 'husn û cemal Her bibînê yek keça bi esl û neseb Ku nebî wek wê di nav tuxme ereb Fatîme çû dît û hat go canê min Nabe wek wê der dinê da qîz û jin Xweş mi'dî ew dîlbera ba 'izz û nas Gote 'Ebdulmutellib her wê bixwaz Çûn û xwestin wan ji bavê Amîne Kirnê kara da'wetê zû hatine Bakirin êl û êşîran xasu 'am Wan 'ecêbek çêkirin zadû teâm Pir qureyşî û ereb hatin bi deng Xeml û 'husna Amîne bû renge reng Roja înê bû nehê heyva receb Bû nîka'ha Âmîne qîza Weheb Wê şevê 'Ebdillah bû zava birin Wer dibêjin çend jî qîzê wan mirin Bûk û zava çûne xelwê mantenê Wê şevê eşqek ketî nava dinê Hatî Cîbrîl daye mizgîn û xeber 'Erd û esman şerq û xerb û be'hr û ber Beyreqa nûrê li ser Ka'bê veda Gote xelqê ev zemanê E'hmeda Ev şeva nûra Mû'hemmed bû neqil Çûye betnê Âmîne pê bû hemil Hatî dewra xatemê peyxembera Hat dema dînê Mû'hemmed eşkera Hat zemanê 'heq di destê dil yeka Çû zemanê pût perest û muşrika Wê şevê pir bûn 'elamet bêjimar Text û kursiyên milûkan ketne xwar Textê Qeyser hat qelaptin ser dev e Dist û hev werbûn senem eynê şev e Şeq bû eywana melik Kisra yeqîn Hem şikestî textê îblîsê le'în Amîne go 'hemlê min şeş meh temam Hatî 'Ebdulmutallib da yek selam Gote 'Ebdullah xwe rabe kar bike Ber bi Şamê tacirîkî her bike Tu ji Medînê xurmena bo me biker Hin te'âm û xwarinê bîne veger Go xwedê kûr'kî bi Amînê bîde Xwarinek baş tu bi şîranî bide 'Ebdullah rabû xwe kar kir çû ji mal Bîst û pênc sal 'umrê wî xortê delal Çûye Şamê hat Medinê ah û wah Go wefat bû hate ser emrê îlah 'Hesreta bûna Mû'hemmed dil de ma Hem Mû'hemmed bav nedî bê xem nema Karîwanê pê re hatin ber bi mal Wan ji 'Ebdilmuttalib re gotî hal Hem bihîstî Amînê bû dilbirîn Da girî û da rû ber pê re girîn Go 'hebîbê min wefat bû ey xweda Hem kûrê min ma yetîm ruhêm fîda Dayê 'Ebdulmuttalîb sebrek ema 'Hesreta 'Ebdullah carek dil de ma Hem di nava erd û esman bû hezin Ê bihîstî ma di vê huzna mezin Hem melek gotin îllahî bakirin Em bi çêbuna Mû'hemmed şa kirin Ya ku îro zêde kirye kerbê me Go Mû'hemmed ma yetîm ey rebbê me 'Heq te'ala go ji we zanetir im E'j Mû'hemmed re ji dê û bav çêtir im Mi'j ezel de daniye emrek 'ezîm Wê Mû'hemmed bê dunyayê yetîm Ey birayê musliman guhdarî bin Qîmetê zarwê yetîm pir zanibin Hûn ji eşqa dil bibejîn berdewam Ser Mû'hemmed esselat û wesselam Amîne go neh meh'ê 'hemlê min çûn Pir îşaret hem 'elamet zêde bûn Ze'hmetî qet min jî 'hemlê xwe nedî Wek jinê xelqê eziyet mîn nedî Zanebûna min bi 'hemlê min nebû Xeyr weqtê min dî, xwîna min nebû Pir keramet min dîtin di xewna xwe de Her mehê peyxemberek mizgîn dida Yek ji tarîxa Mû'hemmed Îsewî Pênsed û heftê û yek sal piştî wî Bîstê nîsanê bû sala 'herbê fîl Hem şeva dûşembê bû şahê celîl Diwanzdehê heyva rebî'ul ewelê Amîne go mam tenê der menzilê Çûbû 'Ebdulmutelib zarwe wî hem Çêdikir dîwarê Ka'bê der 'herem Kes nebû jî mêr û jina wensam mi be Hat zemanê go Mû'hemmed çêbibe Mam di wê tirs û mital û dehşetê Wê çawa be, ez tenê der xelwetê Mîn dî ronî daye hindur wek fener Şeq bu xanî çar jin jê dabû der Van jinê rew'haniyan pir şû'le dan Çar teref bûne sened hem pal vedan Wan didan mizgîn digo ey Amîne Em ji bo 'hemlê te dayîn hatine Bejn û bala wan bilind xweş fesal Wek jinê Haşimiyan naz û delal Ew go 'Hewa, Sara, Asya pir meli'h Ya dî Meryem bû diya Îsel Mesî'h Nayê wesfa pir go 'husna wan hebû 'Husna Meryem hêj ya wana zêde bû Yek li rast û yek li çep hat yek li pişt Meryema 'imranî hat ber min rûnişt Ruhnî da hindur tîji rew'hanî bûn Exlebê dengê ji wan suryanî bûn Pîrika zahir şîfa a Mekkî bû Dayîna şîr jî 'Helîma Sa'dî bû Amîne go çar teref nûrê veda Ew şeva go çêbibe dostê xweda Min di wî halê ecîb nûrek dîtî Qesrê Busra erda Şamê min dîtî 'Heq te'ala gote Cibrîlê emîn Hin melek biv, dakeve erda zemîn Radîbûna min li ser xwe wergirê Ve şevê mizgînîyê bid her derê Anî cî emrê xwedê wî yek bi yek Hate xwarê pê re hatin pir melek Ew li dora Mekkehê bûn sef bi sef Hem di ser Ka'bê re bûne ref bi ref Amîne go ez di wî 'halî de bûm Bêhnekî da hindir û pê xweş dibûm Pirmelek hatin di destê wan tebeq Hin ji zêr û hin ji zîv û wek şefeq Hindur û dan ber buxûr û ê'nbera Dan selata ser Mû'hemmed eşkera Refkî teyrê per ji cewher niklê zêr Dane tesbî'ha bi dengê xêr û bêr Çûn û hatin rast û çep teyrê belek Ez di wî 'halî de tî bûme gelek Dane min yek qede'ha şerbetê zû Mîn nedî wek wê şîrîn av û gezû Av, spîtir bû ji şîr, wek berfe sar Hem şîrîntir bû ji hingiv, mîn vexwar Min vexwar û tîhniya min çû şikest Lezzet û zewqa mi'jê dî mame mest Min dî yek teyrê spî da hindurû Hatî rûniştî li ber min rû bi rû Herdu baskê xwe di ser sînga min bir Hingê çêbûye Mû'hemmed sed şûkir Bû Mû'hemmed tahir û sûnnetkirî Devliken nûrê jê hilat çav kilkirî Yek nezer da asîmana nûr veda Wî ku tilya şehdê rakir şehde da Hûn ji eşqa dil bibijîn berdewam Ser Mû'hemmed esselat û wesselam Hat Mû'hemmed mer'heba sed mer'haba Hat Mû'hemmed bû şefî'ê mûznîba Hat Mû'hemmed ser ser û çava re hat Hat Mû'hemmed roja îmanê hilat Hat Mû'hemmed ewwelê xelqê bira Hat Mû'hemmed axirê peyxambera Hat Mû'hemmed xwediyê Qur'ana Kerîm Hat Mû'hemmed merd û mêrxas û re'hîm Hat Mû'hemmed hedye yê qenc jê re ne Hat Mû'hemmed nî'metê xweş pê re ne Hat Mû'hemmed puştebanê dewletê Hat Mû'hemmed ser şivanê ummetê Hat Mû'hemmed mestirê ji her milleta ummeta wî çêtir e ji her ûmmeta Hat Mû'hemmed bû şefî'ê 'asiya Hatî dermanê 'elîl û za’ifa Hatî nûra erd û esman û ciha Hatî îmdadâ gûnehkarê niha Hatî sultanê cemî'ê enbiya Hatî nûra herdu çavê ewliya Hat yekî wek wî nebû ji qewmê berê Hat yekî wek wî nema ta axirê Hat Mû'hemmed re'hmeten lîl 'alemîn Hat Mû'hemmed xatîmen lîl murselîn Hûn ji eşqa dil bibijîn berdewam Ser Mû'hemmed esselat û wesselam Ey Mû'hemmed seyyidê kewn û mekan Ey şefî'ê me'hşera roja giran Ey tu nûra xerb û şewka mişriqê Sa'hibê tac û buraq û beyreqê Xatemê cumle resûl û enbiya Ruhniya çav û qulûbê ewliya Ya 'hebîbellah resûlek sadiq î Ya resûllellah bi rastî natiq î Nav şêrin û ser bilindê 'alemê Merd û mêrxastir ji tûxmê ademê Sorgulê baxa ji wechê tê fedî Wek te şîrîn û xweşîk keskî nedî Lew ji nûra te şeva reş bû şefeq Yek îşaret ku te da heyv bû dû şeq Nuqtekî nûra te da erd û sema 'Erş û kûrsî heyv û roj tev tê de ma Ger ji Adem be heta dinya hebe Her serê însanek sêsed dev hebe Her di devkî de hebe sêsed ziman Wesfê 'husna te bibêjin her zeman Ew tu cara vesfê te nakin temam Lew ji nûra 'heq tu çêbû ey îmam Hêviya vê ummeta ha her tu wî Rehberê me bal xwedayê 'heq tu wî Nefsî nefsî ku ketî nav 'alemê Tu şefa'etkî ji bo me wê demê Em bi cahê te dikin nalîn û zar Bal xwedê ve dil şikestî û stu xwar Tabi'ê peyxemberê ve ummetê Pey Mû'hemmed herne baxê cennetê Ya îlahî ya xefûr û ya 'helîm Ya letîf û ya kerîm û ya re'hîm Hêviya mê ey xwedayê 'alemê Tu efû kî ehlê îmanê hemê Gerçî em 'ebdê gunehkar pir hene Lê tu wî rebbe me, em ebdê te ne Deryê re'hma xwe li me vek ey kerîm Me 'efû kî tu bi Qur'ana ezîm Tu qebûl kî vê dua û xwendinê Ecr û xêra yê dide vê xwarinê Bighê rû'hê nûr Mû'hemmed Mustafa Hem rû'hê alu sa'habê wî teva Adem û 'Hewa cemî'ûl mû-minîn Ê ji wan çêbûn nebî û murselîn Fî sebîlullah şehîd û xaziya 'Haciyê Lîllah cemî'ê ewliya Ê xerabî kir we ya qencî bi me Ya xerabî dî we ya qencî ji me Ê ku mewlûd daye ya lê bû sebeb Ê ku 'hazir kir weya lêkir taleb Dê û bavê hadir û guhdarê me Mêr û jin sax û mirî hem zarwê me Bighê rû'he mûslimana mêr û jin Ehlê îmanê ku sax in yan mirîn Ya semî' û ya mucîb û de'ewat Ya cemîle setrê 'indel 'eserat Bo Mû'hemmed al û hem es'habê wî Bo rû'hê etba û hem e'hbabê wî Ê ku telîf kirye ev mewlûd ey bira Bo feqîrê 'Heyderî hem 'hazira Hûn bixwînin fatîhe ser wan temam Ser Mû'hemmed esselat û wesselam El Fatî'he Nîşe: 1- Nîşana ( ' ) di vê pirtûkê de ku hate ber tîpa (h) dengê (ح) dide. 2- Nîşana (') ku hate ber tîpa (a)yê, dengê (ع) dide. Her wisa ku tê ber dengê (ê) û (û) jî heman dengî derdixe. 3 d wek ‘hadir ji erebî ku dikeve kurdîde dibe z yanî ‘hadir dibe ‘hazir Di rastnivîsa pirtûkê de hem orjînala Seyda wekî bingeh hatiye dîtin, hem jî li gor kurdiya nûjen guhertin tê de hatiye kirin. BERHEMÊN WÎ 1 Mewlud a Nebî, Ş'ir bi kurmancî 2 Aqîde_i İman, Ş'ir bi kurmancî 3 Werd-ul Etfal, Ş'ir bi kurmancî 4 Mewlud a Nebî, Ş'ir bi erebî 5 Diwan a qesîdan ku ji 400 qesîdên bi kurmanci pêk tê. Comment by alirezoow 🖕🏽🖕🏽🖕🏽🖕🏽🖕🏽🖕🏽🖕🏽 2023-01-11T08:29:16Z Comment by alirezoow 😂😂😂😂😂😂😂😂😂😂😂😂 2023-01-11T08:28:56Z